Polîtîk

Fûad Husên: Pirsgirêka PKK ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand ku wê 2 komîsyonên bilind ên Iraq û Tirkiyê roja 15ê Tebaxê bicivin.

Di civîna çapemenî ya piştî civîna NATO yê de Husên diyar kir ku gelek hevdîtin li gel hevpeyman û welatên dostên Iraqê û bi taybet Wezareta Xezînedariya Amerîkayê pêk anîne.

Wezîr Husên diyar kir ku di hevdîtinê de peywendiyên Iraqê bi welatên endamên NATO yê re, şerê Xezzeyê û rewşa leşkerî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin, lê mijarên sereke yên hevdîtinan mijarên aborî û siyasî bûn. Husên diyar kir ku ew bi Wezîrên Karên Derve yên Kuweyt, Îspanya, Behreyn, DYA, Xirvatistan û Tirkiyê û her wiha Wezîrê Paraztinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re hevdîtin pêk aniye.

Husên diyar kir ku ewê bi rayedarên Qesra Spî re gelek hevdîtinên girîng pêk bînin û li ser aborî û siyaseta bankê gotûbêj bikin.

Husên diyar kir ku li Washingtonê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîne û diyar kir ku wê komîsyonên bilind ên Iraq û Tirkiyê di 15ê Tebaxê de li ser operasyonan bicivin.

Husên got: “Hêzên Tirk li Iraqê tu êrîş nekiriye, ji sala 1991ê û vir ve tenê hin tevgerên leşkerî hene”.

Husên herweha got: “Aliyê Tirk hebûna hêzên xwe li nava xaka Iraqê bi hebûna PKK ve girê dide. Pirsgirêka PKK ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, pirsgirêka Iraqê ye jî, lewma divê ev pirsgirêk bi rêya Iraqê bê çareserkirin”.

Back to top button