Roja Sêşemê 27ê Hezîranê di saetên serê sibê de, Nael M. yê 17 salî, ku bi eslê xwe Cezayîrî bû, li taxa Nanterre ya Parîsê ji alîyê polîsên Fransî ve hat kujtin.
Bûyerên ku piştî kujtina Nael dest pê kirin li gelek bajarên Fransa û Belçîkayê belav bûn. Polîsê ku Nael kuşt, piştî bûyerê bi gumana kuştina bi qestî hat binçavkirin. Dozgerê Nanterre, Pascal Prache, ku lêpirsîna kuştinê bi rê ve dibe, roja Pêncşemê got ku dozgerên Fransî dozên pêşîn ên kuştina qestî li dijî efserê polîs vekirine.
Piştî kujtina Naelê 17 salî yê bi eslê xwe Cezayîrî, li seranserê Fransayê serhildanan dest pê kir. Li gor nûçeya BFMTVê, rayedaran diyar kirin ku asta tundiya van serhildanan ji serhildanên piştî mirina Zyed Benna ê 17 salî û Bouna Traoré ya 15 salî bilindtir e.
Di serhildanên vê dawîyê de gelek kolan, navendên danûstendinê, avahî û wesayît hatin şewitandin. Di dîmenên vîdyoyên çapemenîyê de tê dîtin ku xwepêşanderan êrîşî qereqolan kirine û ew şewitandine.
Di bûyeran de heta niha ji 300î zêdetir polîs brîndar bûne û ji nêzîkî 1500 xwepêşander hatine binçavkirin. Xwepêşandanên ku li seranserê Fransa belav bûne, Serok Emmanuel Macron neçar kir ku ji civîna bilind a Yekîtîya Ewropa ya li Brukselê derkeve û vegere Parîsê.
Macron têkildarî bûyeran banga aramiyê kir û kuştina Nael M. şermezar kir.
Serhildanên piştî kujtina Nael M, Fransa û bi taybet paytext Parîs kir daqa şer. Gelek avahî, dikan û wargeh hatin şewitandin û anarşîyek bê ser û ber dest pê kiriye. Xelkên Parîs û bajarên din ji tirsan newêrin derkevin der.
Bila Rewşa Awarte bê ragihandin
Di derbarê anarşî û serhildanên Fransayê de yek ji siyasetmedarên sereke yên rastgirên tund ên Fransayê Marine Le Pen, destnîşan kir ku ev çend roj in li welêt alozîyek giran heye û got ku divê Macron bi lezgînî bi nûnerên partîyan re bicive.
Le Pen, bang kir ku divê di zûtirîn dem de xwepêşandan bi dawî bibin û got: ” heger dê û bavên hestiyar zarokên xwe ji meydanan derxînin, wê ev yek pêkan be”. Le Pen, herweha diyar kir ku “dibe ku rewş bi qedexeya derketina derve ya qismî aram bibe û heke rewş xirabtir bibe, divê rewşa awarte bê ragihandin”.