CîhanRojev

Formula nû di tifaqê de, CHP: Em dikarin bidin ÎYÎ Partiyê

Ji bo hilbijartinên herêmî di nav CHP û ÎYÎ Partiyê de “bayek erênî” destpêkiriye. berpirsên ÎYÎ Partiyê dixwazin berbijêrên wan li bajarên wekî Edene, Mêrsîn û Manîsayê jî di nav de li hin parêzgehan bên nîşankirin û CHP jî pişgiriya wan bike.Ev dîtin ji aliyê CHPê ve jî bi keyfxweşiyekî hatiye pêşwazîkirin. CHP erênî li vê dîtinş dinirxîne.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinşn serokkomariyê û parlementoya Tirkiye, niha jî kar û xebat ji bo hilbijartinên şeredariya tê kirin. Li gelek bajaran behsa tifaqek nû di navbera CHPê û IYI Partiyê de tê kirin.

Vê Carê li hinek bajaran de dewsa berbijêrên CHPê, dş berbijêrên IYI Partiyê bêne destnîşankirin û CHP pişgiriyê bide wan.

Tê zanîn ku piştî hilbijartina daxûyaniyên seroka IYI Partiyê, Tifaqa di navbera CHPê û IYI Partiyê de xilas kirîbû. Lê niha cardin ji bo hilbijartinên şeredariya behsa tifaqek nû tê kirin. CHP naxwaze Stanbulê ji destbide, ji bo vê dixwaze cardin IYI Parti  pişgiriya CHPê bike, lê vê carê CHP dikare li himber Stanbulê bajarên wek Edene û Mersînê bide IYI Partiyê. 

Back to top button