Kompanîya FlyDubai, wek gaveke nû ya normalkirina peywendîyên navbera Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê îro Pêncşemê dest bi firînên Tel Avîvê kir.
Firîna FZ1163 ya FlyDubai flight îro piştî rêwîtîyeke 3 saet û 20 deqeyan di demjimêr 11:38’ê nîvro de giheşt firîngeha Ben-Gurion International.
Rêwîyên firokê ji alîyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hatin pêşwazî kirin û CEO’yê FlyDubai Gaith el-Gaith jî, ku bi xwe jî li firokê bû, xêrhatina mêvanan kirin.
Firîna FZ1164 ya vegerê jî piştî rêwîtîyeke bi dirêjîya 2 saet û nîvan, di semjimêr 6:37’an de giheşt Firokexaneya Navnetewî ya Dubai.
Gerokên Îsraîlî bi nîşandana pasaportên xwe silav dan rojnemevanan û kesên ku li wan temaşe dikirin.
Kompanîya netewî ya Îsraîlê El Al jî li ber e ku di meha donzdeh Berfanbarê de dest bi firînên bajarê Dubai bike.