Firokeyên şer yên Tirkiyê baregehên PKKê yên li devera Wertê ya Herêma Kurdistanê bordûman kirin.
Qasekî beriya niha, firokeyên Tirkiyê baregehên PKKê yên li çiyayê Dirrebî li nahiya Wertê ya bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê bordûman kirin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, sitargeheka PKKê di êrişa firokeyan de îmah bûye lê hîn nayê zanîn ka ziyanên canî hebûye yan na.