Polîtîk

Firokeyên Tirkiye 29 çeperên PKKê kirine armanc!

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê li ser tora civakî ya “X” daxûyaniyek belav kir û ddibêje ku,belavkirin, firokeyên Tirkiyeyê şeva borî 29 çeperên PKKê û YPGê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da xuyakirin, ev êrîş ji bo tolhildana leşkerên ku di şerê du rojên borî de li dijî PKKê hatin kuştin, hatiye kirin.

Li gor Wezaretê, di du rojên borî de 12 leşkerên wan di şer û pevçûnên ligel PKKê de hatine kuştin û çend leşker jî birîndar bûne. Herwiha 29 çekdarên PKKê jî di operasyonên wan de hatine kuştin.

Ji aliyê din ve çavkaniyên ser bi Rêveberiya Xweser ve jî ragihandin, firokeyên Tirkiyeyê şeva borî çend navendên sivîlan kirine armanc û ziyanên madî çêbûne.

Li gorî zanyariyan, firokeyên Tirkiyeyê westegha petrolê ya Seîdê û zeviya Odeyê li Tirbesipiyê, navenda elektirîkê ya gundê Banê Şikeftê li herêna Dêrikê bombebaran kirine.

Back to top button