Polîtîk

Firokexaneyên Kurdistanê ji bo geştên navdewletî têne vekirin

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, da xûyakirin ku, qedexeya li ser geştên navdewletî yên li ser her du firokxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê hate rakirin.Hukumeta iraqî li ligel Herêma Kurdistanê lihev kir, ku li gor destûra federalî ya Iraqê firokxaneyên Herêma Kurdistanê werin vekirin û geştên navdewletî destpêbikin.Li gora daxûyania nivîsgeha serokwezîrê Iraqê, sîstema birêvebirina firokxaneyên Kurdistanê û deriyên sînorî bi desthilata federalî ve têne girêdan û karmendên passpot û karmandên firokxaneyan vedigire ser bi Wezareta Navxwe ya hikûmeta federalî.Diyar kir jî, komîteke taybet ji aliyê Herêma Kurdistanê û desthilatên federalî ji bo birêvebirina firokxaneyan pêk tê, ji bo pabendbûna bi peyrewên federalî û raportan arasteyî serokwezîr bikin.Firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê roja 15.3 .2018ê tên vekirin.

Back to top button