Polîtîk

Fidan diçe Hewlêr û BDP diçe Îmralî

Pêvajoya sekinadina şer li gel hevdîtinên Ocalan re têne kirin rojane bi nûçeyên cur bi cur tê gotubêj kirin. Carê daxuyaniyek tund dibe sedem ku pêvajoyê de sekinadinek çêdibe. Lê bandora xwe li têkşûna pêvajoyê nake.

Dixweyê di van çend rojên pêşiya me de pêvajo cardin bi awayekî aktîf dibe.

Demek nezîk Ahmet Turk, Siri Sakik û Ayla Akat cardin serdana Îmralî dikin. Vê carê navê Siri sakik hatiye zêde kirin. Li gora hinek agahdariyan kesên biçin Îmralî li ser daxwaziya Ocalan têne kifşkirin. Berê navê Selahattin Demirtaş dihat gotin lê niha Siri li heyetê zêde bûye.

Di vê dema dawî de Siri Sakik daxuyaniyên balkêş dide û daxuyaniyên Sakik ji yên BDpê jî cudane.

Wek din serokê MITê Hakan Fidan jî amadebûna xwe ji bo serdana Hewlêr dike. Heyeta BDPê diçe Îmralî û Hakan Fidan jî diçe Hewlêr.

Back to top button