Fetwayek di derbarê nimêjkirina hêzên Pêşmergeyên Qehremanê Kurdistanê
Silavên xwedayê mezin li ser we bê, xwedayê mezin piştevanê we bê, ey destên polayînên parêzgerkar li ol û ax û netewe û dîroka paşaroja me.
Ew pêşmergeyên ku raste raste li bereyên rû bi rûbûnê dane, yan naraste rast li rewşeke amadebaşîdane, nimêjên xwe bi vî awayî bikin:
1- Dikarin li şûna destnimêj teyemum bikin, wate her dû destên xwe bi axade bibin û bînin paşê destên xwe bi dem û çav û milên xwe de bînin û bibin şûna destnimêjê.
2- Eger bikaranîna avê asayî bû, dikarin destnimêj bişon, lê belê pêlavên xwe neêxin û destên ter bînin ser potînên xwe da.
3- Nimêjê çar rekaatî bikin dû û hûn dikarin piştî nimêja nîvro ku we dû rekaat kir silav bidin û dû rekaatî êvarî jî bikin. Yan nîvro bibin aliyê êvar (Qesrucem’).
4- Nimêja êvarî her sê rikaat bikin û ku we silav da dû rikaatî nivistinê jî bikin.
5- Nimêja sibehî jî her wekî xwe ye.
Mela Emer Çingiyanî