Polîtîk

Fetlawî “Divê Iraq danustandina bazirganî li gel tirkiye rabiwestênê”

Fazil El Fetlawî Endamê Hevpeymaniya Fetih li Parlemena Iraqê di derbarê êrîşên tirkiye ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê got: Helwesta dewleta Iraq û Herêma Kurdistanê ya di derbarê êrîşên tirkiye wekî pêwîst nîne û divê helwestên bi bandor ji bo dawî anîna êrîşên tirkiye bêne avêtin. Ji ber ku tirkiye bi enqest serweriya Iraqê û yasaya navdewletî binpê dike.

Her wiha El Fetlawî got: Dewlet heta niha helwesteke wêrekane di derbarê êrîşên tirkiyê de nebûye. Ji bo wê yekê pêwîste dewleta Iraqê danustandina bazirganiya li gel Enqere rawestênê û dijî tirkiye li Neteweyên Yekgirtî lêpirsînê tomar bike.

Back to top button