Cîhan

Fadawî: Ger hewce bike emê rasterast mûşekan bavêjin Îsraîlê

Alîkarê Fermandarê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê Tûggeneral Fadawî diyar kir ku ‘heger pêwîst bê dîtin ew amade ne ku rasterast êrîşî Hayfayê bikin’.

Alîkarê Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Tûggeneral Alî Fadawî hişyarî da rêveberîya Tel Avîvê û got ku ‘pêvçûnek rasterast’ heye û ger hewce bike ew amade ne rasterast êrîşî Hayfayê bikin.

Fadawî, di daxuyanîya xwe ya li Zanîngeha Tehranê de di derbarê Îsraîlê de bersiva pirsan da û got: “Hinek çalakîya pratîkî rasterast wek avêtina mûşekên ser Hayfayê dibînin. Heger pêwîst bike wê ev yek bê şik bê kirin”.

Fadawî, amaje bi peywendîyên Amerîka û Îsraîlê jî kir û got: “Amerîka ji bo ewlehîya xwe Îsraîl afirandiye û heger hest bi ewlehîyê neke bi hêsanî dikare wê bike qurban”.

Back to top button