CivakRojev

Êzdî ji ber terora PKKê nikarin vegerin Şingalê

 

Serkonsolosxaneya Tirkîyê ya li Hewlêrê di derbarê Kurdên Êzdî û Şingalê de daxuyanîyek da û got: “Êzdîyên ku doh ji ber terora DEAŞê ji malên xwe koçber bûn, ji ber terora PKKê îro nikarin vegerin Şingalê”.

Serkonsolosxaneya Tirkîyê ya li Hewlêrê bi boneya 9emîn salvegera qetlîama li dijî Êzdîyan peyama bibîranînê weşand. Di peyama ku li ser hesabê Twîtter yê Serkonsolosxaneyê hat parvekirin de wiha hat gotin: “Em di salvegera qetlîama ku rêxistina terorê DEAŞ 9 sal berê li dijî Êzdîyên Iraqê pêk anî de êş û azarên civaka Êzdî bi xemgînî bi bîr tînin”.  

Di peyama ku tê de piştgirîya Tirkîyê ya ji bo Êzdîyan hatiye dubarekirin, ev tişt hatin gotin: Êzdîyên ku doh ji ber terora DEAŞê ji cîh û warên xwe bûn, îro ji ber terora PKK a terorîst nikarin vegerin Şengalê. Welatê me li hemberî van hovîtî û tehdîdên ku pê re rû bi rû ye wê li kêleka civaka Êzdî raweste”. 

PKK bi hinceta DAEŞê li herêmê bi cih bû. Rêxistina terorîst DAEŞ ku di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî navçeya Şingalê ya Mûsilê ku piranîya Êzdîyan lê dijîn, kir. Bi hezaran kes ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn revandin û kuştin, yan jî li deverên ku di destê wan de ne, girtin.

Tê texmînkirin ku berî DAEŞê nêzî 300 hezar kes li Şengalê dijîyan ku ji sisêyan duduyê wan Kurdên Êzdî û beşek din jî Kurd û Erebên sunî bûn. PKKya piştî sala 2014an êrîşa DEAŞê wek hincet nîşan da û bi kesên ku ji Sûrîyê û Qendîlê anîbûn li gelek herêman bi taybetî li Çiyayê Şengalê kamp ava kirin û dest bi hebûna xwe kir. Hêzên Pêşmerge yên ku di Mijdara 2015an de navenda navçeya Şingalê û derdora wê ji destê DEAŞê standibûn, piştî ku yekîneyên hikûmeta navendî ya Iraqê di Cotmeha 2017an da li Şingalê hatin bicihkirin, ji herêmê vekişîyan, lê PKK li wê derê çalakîyên xwe zêde kir. 

Hikûmeta Bexda û Hewlêrê di 9ê Cotmeha 2020an de rêkeftinek îmze kirin ku PKK ji Şingalê bê derxistin. Lê heta niha jî Peymana Şengalê pêk nehatiye.

 

 

Back to top button