Ez ne sîxûrê Îranê me
Di bernameyek televizyonî de parlementerê Diyarbekirê Altan Tan dîtinên xwe gotin.
Pirsek ji Altan Tan hate kirin.
Pirs: Abdullah Ocalan behsa senteza 1000 salan ya biratiya îslamê dike. Hun vê dîtina Ocalan çewe dinirxînin?
Altan Tan:
– Baweriya min li “ Senteza Kurd-Îslam “ nayê. Nijadperestên Tirkan vê sentezê ji bo bandora xwe bi temamî ava bikin vê gotinê bi kar tînin. Bi vê îslamiyetê ji bo qewmiyeta xwe kar tînin.
– Senteza “ Turk –Îslam“ wek jehrêye. Di nav tevgera îslamî de qewmî gelekin. Qemiyeta xwe bi îslamiyetê vedişêrin. Ji bo vê Misilmaniya Tirkan jî û ya Kurdan jî bi vî awayî ye.
Wek din Tan di axavtina xwe de got ku, ew ne çep e, misilmane û şerîetê diparêze. Tan da xuyakirin ku ew ne sîxurê Îranê ye.
– Berdewamiya axavtina xwe de Tan got: Divê li Cumhuriyeta Tirkiye Kemalîzim nemîne. Bila gel biryarê bide ku dê çi sistem dewsa Kemalîzmê bigre. Ev dîtina mine. Ez şerîetê diparêzim.Misalman hemû şerîetê diparêzin. Ez misilmanim û baweriya min li şerîeta îslamiyetê tê.
Di derbarê pirsa Kurd de jî Tan got:
– Kurd dewleta netewî naxwazin. Ne ku ji bo ditirsin vê daxwaziyê nakin. Civatek 40.000 gencê xwe feda kiribin natirse. Yekem sedem îro li cîhanê ev model nemaye. Ji bo Rojhilata Navîn sistemek nû pêwîst e. Belkî sistema eyaletî de Tirk, Kurd, Suryanî û Ermenî dikarin bi hevre bijîn û entegre bibin. Eger Tikiye bibe dewletek demokratîk bawer bikin ne tenê Kurd, wê Erebên Helebî û Şamê jî bixwazin tevlî vê federasyonê bibin.Wî Esed ji wê derê herê.
Altan Tan ji aliyekî dijê dîtinên Ocalan derdikeve lê dema rewşa Rojhilata Navîn şirove dike dîtina Ocalan bi xwe dibêje. ji aliyek din ve naxwaze kurd dewleta xwe ava bikin. Vî mafî ji bo Kurdan nabîne.
Tan vekirî pişgiriya PKKê lê ne ya destkeftina mafên netewî yê miletê Kurd dike. Rojhilata Navîn de eger federasyonek çêbibe, ji berî her tiştekî pêwiste mirov nafê dewletbûna Kurdan biparêze. Dewletên serbixwe bi îrada gelen xwe dikarin li gel hev Federasyona pêk bînin di Rojhilata Navîn de.
Rojeva Kurd