Ez ji bû mirina 13 leşkera gelek xemgînim
Parêzerê serokê PKK-ê Abdullah Ocalan di derbarê hevdîtina li gel Ocalan kirî daxuyaniyek da. Parêzerê Ocalan Îbrahim Bilmez got ku, Ocalan ji bû bûyera li Farqînê çêbûyî gelekî xemgîn e.
Di vê derbarê de Bilmez got:Birêz Ocalan ji bo şerê li Faqînê bûyî gelekî xemgin bû.Li gora daxuyaniya Bilmez Ocalan di vê derbarê de got: Ez ji bo mirina 13 leşkera û mîlitanên PKK-ê gelekî xemgînim. Agirê ku leşkera û gerila dişewitîne yek e.Eger ji bo çareseriya vê pirsê gav neyê avêtin,çek neyên sekinandin, mixabin dê ev bûyerên bi vî awayî bibin.Ew berpirsên dewletê yên ku li gel min danustandinê dikin, piştî bûyera Farqînê roja şemiyê 16-ê temuzê cardin hatin me hev dît.
Dê berfirehiya ku tiştên Ocalan ji parêzerên xwe re gotin piştre bê belav kirin. Wek tê zanîn dema Ocalan hevdîtina li gel parêzerên xwe dike, tiştên dibêje di cêh de nayên belav kirin. Ew gotinên wî di kontrola dewletê re derbas dibê û piştre tişta ku dewlet izin dide têne belav kirin. Niha jî parêzer heviya ku konrtol xilas bibêne.