Ez dengê xwe nadim kesekî
Di hilbijartinê herêmî sibehî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêktêne.
Berpirsê komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhat Mêrdînî di rûpela xwe ya Facebookê de di derbarê hilbijartina de helwesta xwe bi zelalî radigihîne.
Mêrdînî di daxuyaniya xwe de dibêje:
“Dema dawî gelek pirs di derbarê hilbijartinan de ji me tê pirsîn. Hilbijartin çêdibin hunê herin ser sandoqan? Dengên xwe bidin kî? Xelk van herdu pirsan gelekî ji hev dikin. Kesên van pirsan jî dikin piranî ewin ku yên siyaseta partiyên heyî rexne dikin.
Gelek caran dibêjin ku tu bedîl tuneye û xwe mecbûr dibînin dengên xwe didin partiya ku li dijê siyaseta wêne. Yanî pêşniyarên çareseriyê bi xwe wek bê çareseriyekî têne afirandin.Mirov bedîlê bi xwe peyda dike, ev nayê wê wateyê ku mirov partiyek nûava bike.
Eger tu Kurdistanê difikirî li ser kaxizên dengdana “Bijî Kurdistan “ binivîse. Ev helwest baştire ku tu dengê xwe bê dilê xwe bidî partiyekî. Ezê bi xwe vê bikim. Ji ber ku wijdana min qabul nakê ku ez dengê bidim partiyek ku serxwebûna kurdan neparêze.“
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Mêrdînî dibêje:
Min di jiyana xwe de carekî deng daye.Min weneyê denga ku min dayî girtiye. Min li ser denga xwe nivîsî bû: “ Ez dengê xwe nadim partiyek ku ji bo serxwebûna Kurdistanê siyasetê neafirîne“
Dengê ku hilbijartinan de Mêrdînî avêtî sandoqê