Polîtîk

Ewên daxwaza şandina hêzê dikirin li Pirdê şermezar bûn

Berpirsê Saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimanî li wezareta Pêşmerge bersiva Serkeft Şemsedîn ê parlamenterê kurd ê Iraqçîtiyê dike da ku daxwaz ji Iraqê dike hêz bişîne Kurdistanê û ragehand, ewên berî wî jî daxwaza şandina hêza leşkerî ya Iraqê bo ser herêma Kurdistanê dikirin, li Pirdê û Sihêla hatin şermezar kirin.

Serkewt Şemsedîn ku di hevpeyvîna xwe ya dawiyê de daxwaz dike, Iraq bi rêya bikaranîna artêş û hêza leşkerî ve rê li henarde kirina nefta herêma Kurdistanê bigre.

Berpirsê Saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimanî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê ji BasNewsê re ragehand, eger bikarin hêz dê bişînin her deverekî. Lê Pêşmerge parêzgariyê li sînorê xwe dike û ev yek jî yasa û destûrê ve hatiye qahîm kirin. Her projeyek vê derbarê de ji aliyên erebên Iraqê re bê dayîn dûre ji bingehê yasayî û destûra Iraqê.

Herwaha diyar kir divê ew parlamenter agahdar be, ‘’Axa Kurdistanê bi xwîna Pêşmerge hatiye avdan, Pêşmerge hemû amadekariyekî wî heye. Ewên berê jî daxwaza şandina hêzê ji Iraqê dikirin bo ser Kurdistanê, dîtin li Pirdê û Sihêla çawa şermezar bûn û serşor vegeriyan.’’

Herwaha nîgeraniya xwe jî anî ziman ku parlamenterekî kurd wan gotinan dike û ragehand: ‘’Herkesekî din ew gotin kiriban, ne dibû nûnerê kurdan wan gotinan bike. Ji ber eger beramber axa xwe tu waha bifikirî, dive tu hizra serşoriyeke din wek ya Pirdê û Sihêla jî ku bi serê yên berî te de tu bikî.’’

Berpirsê wezareta Pêşmerge daxwaz ji parlamento û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê dike, helwêstê wan li hember wan gotinên endamê kurd ê Parlamentoya Iraqê hebe û diyar kir: ‘’Pêwîste wezareta navxwe û kutleyên siyasî tedbîrên yasayî li hember wî parlamenterî bigrin. Yan jî ew parlamenter divê daxwaza lêborînê li Kurdistanê bike.’’

Back to top button