Ew qurbaniyên gelê Kurd daye bêşa deh dewletên serbixweye
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerên Rêxistinên beşdarvanê 3. konferansa lawên her çar parçeyên Kurdistanê kir
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Nûnerên Rêxistinên beşdarvanê 3. konferansa lawên her çar parçeyên Kurdistanê kir.
Li destpêka hevdîtinê de, Umêd Xoşnaw Sekreterê Lawên Demokrata Kurdistanê bi navê beşdarvanên konferansê ji bo wê peyama pêşkêşî konferansê kir spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, paşê biryar û raspardeyên sêyemîn konferansa lawên her çar parçeyên Kurdistanê û daxwazî û pêdiviyên nîştecîhbûyên wargeha Domîz bi Serok Barzanî ragihand.
Serok Barzanî ji bilî bi germî bi xêrhatina beşdarvanên konferansê, destxweşiya bestin û pîrozbahiya serketina 3. konferansê kir, heman demî de balkişand li ser wê yekê ku pêwîste lawên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekbûna şiyanên wan hewl bidin û li jêr yek ala da kar bikin û got: Pêwîste hemû law bi hizra neteweyî aştîxwazî û demokratiyane dûrî li regezperestiyê bêne perwerde kirin. Her wiha balkişand li ser qurbanî û êş û azarên gelê Kurd û got: Gelê Kurd gelek qurbanî daye û rêyeke zêde jî pêşve çûye, ew qurbaniyên gelê Kurd daye beşa deh dewletên serbixweye.
Li beşekî dinê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser xweragiriya gelê Kurd kir û got: Gelê Kurd li gel wan êşan karî xweragir bê û nasnameya neteweya xwe biparêzê û niha jî gihîştiye qonaxa xebata aştî û demokratî, û tenê bi wan çareseriyan destkeft mezin û pir bihatir dibin.
Li mijareke dinê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa guhertinên navçeyê kir û geşbîniya xwe nîşan da ku guhertin li berjewendiya neteweya Kurdin, ji bo wê yekê divê Kurd karek bike li hevkêşên nû de destkeftan mîsoger bike. Eve jî li rêya yekrêzî û danîna berjewendiya neteweyî li ser rûyê berjewendiya hizbî ve tê holê û got: Partî tenê amrazeke ji bo gihîştina armancan û neku zêdetir.
Serokê Herêma Kurdistanê li mijareke din de bestina konferansa neteweyî bi beşdariya hemû aliyan ji bo qonaxê niha bi pêwîst zanî bo ku li wê serdemê da Kurd peyama aştî û pêkve jiyanê bi gelên navçeyê bigihîne.
Li dawiya hevdîtinê de amadevanên sêyemîn konferansa lawên her çar parçeyê Kurdistanê çendîn pirsiyar û têbîniyan xisterû. Serok Barzanî jî bersîva hemû pirsiyar û têbîniyên wan da.