Polîtîk

Eve 48 demjimêrin devê Bahçelî hatiye girtin

Dema serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan serdana Diyarbekirê kirî, slogana“Serok Erdogan ``hate avêtin. Li ser vê yekê serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu daxûyaniyek da û serokê MHPê Bahçelî bi tundî rexne kir.

Davutoglu dibêje: Min di dema xwe de li Diyarbekirê axavtinek kir, dema axavtinê de xelkê slogana “Serok Ahmet“avêt. Ji wê rojê heta niha Bahçelî navê min kirîye Serok Ahmet. Bahçeli vê yekê bi wateye ku min li gel terorista hevkari kiriye dibêje.Tenê ji bo ez Kurdî axivîm, Bahçelî ez tawanbar dikiram. Bahçelî heqarete bi zimanê vê axê yê Kurdî dike. Niha we dît birêz serokkomar li Diyarbekirê bû.Li wê derê gotin Serok Erdogan, eve 48 demjimêrin devê Bahîeli hatiye girtin. Ka em binêrin dê helwesta Bahçelî çibe?

Davutoglu berdewamiya axavtina xwe de got: Em hij hemî zimanên vê xakê dikin.Em hij hemû baweri û ola wan dikin, em hij insanên vê xakê dikin û em hij axa wan û kuçên(kevir) wan dikin.

Berdewamiya axvtina xwe de Davutoglu da xuyakirin ku, siyaseteka durû vê welatîîdare dikin, Tirk kirin dijminê Kurda û Sune kirin dijminê Alewiyan. Emê van pirsgirêkan hemûyan ji holê rakin.

Back to top button