Polîtîk

Eve 100 rojin rojnemevan Ehmed di destê çekdarên PYDê de dîl e!

Roja 29ê Adara 2024an, grûpeke çekdar ên bi ser rêveberiya PYDê ve, êrêşî bi ser mala endamê partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriya, li bajarokê Girkêlegê, rojnemevan Rakan Ehmed, kirin, û ew rojnemavan bi rengekê hovana, revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Di daxuyaniyeke taybet de bi malpera Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, yekî ji malbata rojnamevan, Rakan Ehmed, got:“Ji dema revandina Rakan ve, em di rewşeke tirs de dijîn . Heya niha ti agahî li ser çarenivîsa û sedeme girtina wî li ber destê me nînin“.

Di heman çarçoveyê de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya ENKS di daxuyaniyekê de, rêveberiya PYDê berpirsyar dît, û bi tundî ev binpêkirinên ku li dijî mafên mirovan û dijî welatiyan, hevalên û alîgirên encûmenê, şermezar kir û bang li raya giştî, rêxistinên navdewletî û hevpeymaniya navdewletî ku destwerdanê bikin da ku rê li van binpêkirinên ku rojane dubare dibin, bigrin.

Back to top button