Polîtîk

Ev gav parçekirina YNKê ye

Cigirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl ragihand, ji aliyê naskê “Piraniya Polîtbûroyê” ve lidarxistina civîna serkirdetiyê berovajiyê peyrewa navxwe ye û tê wateya parçekirina YNKê. Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) eşkere kiribû ku dê roja 15ê Cotmehê serkirdetiya partiyê bi armanca pesendkirina biryarên giştî bicive. Cigirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl bi daxuyaniyekê ragihand, ku sazkirina vê civînê dê bibe sedema parçekirina YNKê. Resûl diyar kir, “Li gorî peyrewa navxwe ya YNKê divê civîna serkirdetiyê  di bin serokatiya Sekreterê Giştî de be, eger ew amade nebe, divê Cîgirê Yekem serpereştiya civînê bike.” Resûl da zanîn civîna serkirdetiyê bêyî agahî û beşdariya Cîgirê Yekem ne rast e û got, “Ev yek berovajiyê peyrewa navxwe ye, herwiha ragihandina parçebûna YNKê ye. Bêguman berpirsiyariya yasayî û siyasî li stûyê sazkarên vî civînê ye.” Hêjayê gotinê ye ku roja 1ê Îlonê herdu cîgirên sekreterê giştî yê YNKê Berhem Salih û Kosret Resûl, Navenda Biryardanê ragihandibûn.Rudaw 

Back to top button