Polîtîk

Ev dijmina kurdan jî kandîda serokomariyê ye

Henan Fetlawî endama parlamentoya Îraqê a ser bi Dewleta Qanûnê di malpera xwe ya Facebook ê de ragehandiye ku, wê xwe ji bo posta serokomariya Îraqê kandîd kiriye û dibêje: ”Ji bo vegerandina sîmaya erebî bo Îraqê ez xwe ji bo wergirtina kursiya Celal Talebanî kadîd dikim.”

Li gor madeya 89ê a destûra Îraqê hemû hevwelatiyekî îraqî mafê xwekadîdkirinê bo posta serokariyê heye û li gor hin çavkaniyan heta nuha zêdetir ji 70ê kesan xwe  kadîd kiriye û 7 ji wan kandîdan kurd in.

Fetlawî parlamentera Dewleta Qanûnê ku, Nurî Malikî serokatiyê dike dibêje: ”Ji ber du sedeman ez xwe ji  bo posta serokomariyê kandîd dikim; yekem: baweriya min eve divê sîmayê Îraqê erebî be û duyem jî: jinan jî maf heye bibin serokomar.”

Henan Fetlawî yek ji dijmimên her hişkên kurd e û di hemû dîdar û hevpeyvînê xwe de bi eşkereyî û zelalî dijatiya xwe li hemer herêma Kurdistanê diyar dike û  li gor wê; divê serokomar û wezîrê derve yê Îraqê ereb bin, pêşmerge weke mîlis hisab dike, dijî hinartina neftê ye û wê vê dawiyê di hevpeyvîneke xwe de gotibû: Min weke perlamenter 4 salan bi hemû îmkanên xwe dijatiya cîbicîkirina madeya 149ê kiriye.”

Back to top button