Civak

Ev çi wîjdan e!

Piştî erdhejê bi sedan avahî xera bûn û bi hezaran malbat perîşan û bê mal man. Hem li Amedê û hem li bajarên din yên felaketê, kes û malbatên ku mal û xanîyên wan herifîne per perîşan li holê mane. Ji ber ku erdhej ji hinekan re wek fersendek dîrokî tê dîtin, kirê û îcara xanîyan sê çar qatan buhatir bûye û kes nikare xanîyan kiê bike.

Piştî erdheja malwêran, li Amedê û li bajarên din yên Bakurê Kurdistanê kirêkirina xanîyan pir zehmet bûye, mexdûrên erdhejê nikarin xanîyekî ji xwe re kirê bikin û tê de bisitirin. Bi hezaran malbatên ku bê mal û bê star mane, ji ber buhayîya kirya xanîyan nema zanin çi bikin û çawa bisitirin. Buhakirina kirya xanîyan hem ji alî mexdûran ve, hem jî ji alî dezgehên sivîl ve bû cihê şerm û nerazîbûnê.Ne tenê li Amedê, herweha li metropolên Tirkiyê jî ji ber erdhejê kirya xanîyan hatiye buhakirin.Erdhej ne bes bû îcar mirovên bêwîjdan carek din Kurdên perîşan mexdûr dikin.

Li şûna ku di van rojên felaketê de bi taybet Kurd li hev xwedî derkevin û destê alîkarîyê dirêjî hev bikin, buhakirina xanîyan wek dûrî exlaqê Kurdayetî û mirovatîyê tê nirxandin.

Xuyaye belasebeb negotine „hevalê lingê şemitî nîn e“.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button