Cîhan

Ev cara ewile wezîrê derve yê DYA serdana Tirkiye dike

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken piştî destbikarbûna xwe bo cara yekê serdana fermî li Tirkiye dike. Blinken li Enqereyê ye, ewil dê bi Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û paşê jî bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra bicive.

Li gor bernameyê Blinken dê îro ewil bi Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ra bicive. Her du wezîr dê di dawiya civînê de civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.

Blinken piştî hevdîtina bi Çavuşoglu re dê biçe Anitkabîrê.

Li gor bernameyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê wê demjimêr 12.00an bi dema Tirkiyeyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra bicive.

Blinken wê êvarê biçe Yewnanîstanê.

Di roja 14emîn a erdhejê de, Wezîrê karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken hat Tirkiyeyê. Blinken duh sardana  bingehê Încîrlîk a Edeneytê kir û bi Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu re bi helîkopterê herêmên ku erdhejê lê xisar dîtine lêkolîn kir. Blinken pişt re li Încîrlîkê bi tîmên alîkariyê yên Amerîkayê û malbatên mexdûrên erdhejê re hat cem hev.

Li gorî nûçeya Reutersê, di vê serdanê de dê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê û herwiha alîkariya Amerîkayê ya ji bo Tirkiyê di derbarê erdhejê de were gotûbêjkirin. Washingtonê di hevdîtinên beriya erdhejê de bang li Enqereyê kiribû ku endamtiya her du welatan erê bike.

Blinken da xûyakirin ku, Ji ber ku rasterast rûxandina erdheja li Tirkiyê dît, pir xemgîn bûye.

Back to top button