Polîtîk

Ev bêdengî ji bo çiye?

 

Rojnama Bugun kasetek ya hinek endamên dadgeha bilind ku li gel hev  di derbarê referandumê de kiset kirine belav kir. Ev kaset di malpera  Dailymotion de hate weşandin. Xeberdana di navbera endamên dadgeha bilin de gelek vekirî û bi awayek zelal tê sehkirin.

Di vê axavtina navbera endamên dadgeha bilin de hinek gotinên, PKK-ê û hinek berpirsên BDP-ê gêrêdidin hene. Beşek di van gotinan evin. Endamek yê Dadgeha Bilind dibêje: “ Bila parêzer Turgut Kazan li gel Selahatin Demirtaş xeber bide ku da di referandumê de nebêjin erê. Di vê prosesê de BDP ji bo me gelekî girînge.“

“Bila CHP destê BDP-ê bigre. Niha ihtiyaca me li Ocalan heye, divê rewş tevlîhev bibe, emê feydê ji vê tevlîheviyê bikin“
Endamê dadgeha bilind Hamdi Yaver Aktan dibêje: “  Binêre  di vê prosesê de kurd ji mere lazimin. Min ji Turgut Kazan re got ku, Demîrtaş bibîne, piştî hevdîtina wan Demîrtaş daxûyaniyek da. Min ji leşkeran re jî gotiye ku pêwendiyan BDP-ê re deynin. Niha kurd bêjin erê ev îş temam dibe, hêdî em nikarin tiştekî bikin. Bila kaosek peyda bibe ku em bikaribin feydê jê bibînin.“

Herweha axavtina bi vî awayî dirêj dibe û di derbarê girêdanên PKK-ê û BDP-ê de gelek îdia têne kirin. Taybetî di derbarê serokê BDP-ê Demîrtaş de hinek tişt vekirî têne gotin. Lê tişta balkêş ewe ku tu deng di vê derbarê de ne ji serokê BDP-ê ne jî kesek ji wayên bi hinek pêwendiyan têne itham kirin dernakeve. Gelo dema Demîrtaş yan hinek berpirsên din bersiva van îdiayan nedin ev yek tê çi wateyê?

Em hemî dizanin dema di derbarê siyasetvanekî de û taybetî di derbarê berpirsiyarek ku xwedî hinek îdiaye tiştek bê gotin, divê ew bersiva wan gotinan bide. Di dîroka siyasî ya cîhanê de gelek kesan ji bo nekarîne bersiva van îdiayan bidin dev ji karên xwe berdane. Niha pêwistiyek ehlaqiye ku serokê BDP-ê Selahatin Demirtaş li himber van gotinên berpirsiyarên dadgeha bilin dibêjin bersivekî bide. Eger Demirtaş li gel Turgut Kazan hevdîtinek kiribe divê naveroka vê hevdîtine ji raya giştî ya kurd re eşkere bike û rastî Kazan daxwaziyek jê kirye yan na?

Her rexistinek, siyasetmedarek li himber raya giştî xwedî berpirsiyarîkiye. Dema ew berpirsiyarî newê cih tişta tê kirin ne siyasete.
Eger tu bersiv tunebin gotin û idiayên tên kirin raste û dê hingê gumanek mezin li ser helwesta BDP-ê ya referandumê hebe û ev helwest dikeve di xizmeta statukoparêzên Tirkiye.

Nûçe/Analiz:Rojevakurd

Dara Bilek

Back to top button