CîhanRojev

Esed: Ez bi Erdogan re nacivim

 

Serokê Sûrîyê Beşar Esed, di derbarê hilbijartinên Tirkîyê de axivî.

Esed got: “Ez desttêwerdana karûbarên navxweyî yên Tirkîyê nakim û di hilbijartinan de kî bi ser bikeve min eleqedar nake”. 

Rojnameger-Nivîskar Ebdulbarî Atwan, ku yek ji navdarên cîhana Ereb e, behsa hevdîtina xwe ya bi Esed re kir.

 Esed di hevdîtina xwe ya bi Atwan re ev gotin bikar anîne: “Heta Tirkîye ji xaka Sûrîyê venekişe ez bi Serokkomar Erdogan re nacivim. Divê hemû hêzên Tirkîyê ji Sûrîyê derkevin û ev vekişîn temam bibe. Ez desttêwerdana siyaseta navxweyî ya Tirkîyê nakim û di hilbijartinê de  kî bi ser dikeve ne xema min e. Ji bo min ya girîng ew e ku yê hilbijartî karibe bi Sûrîyê re têkilîyên baş çêke, têkilîyan pêş bixe û ji Sûrîyê vekişe”.

 

Back to top button