CîhanPolîtîk

Esed: Em çekan didin kurda, artêşa me arîkariya wan dike

Li gora nûçeyek ya Avesta kurd  de; Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de got, Kurd li Sûriyê li dijî terorîstan şer dikin û ew raste rast alîkariyê ji artêşa Sûriyê distînin.Esed dibêje li cem wan dokument hene ku ew alîkariya Kurdan dikin, û bi alîkariya artêşa Sûriyê Kurd şere terorê dikin.Serokê Sûriyê di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya înglîzî The Sunday Times regot: ji ber ku ew Kurd welatiyên Sûriyê ne û ji ber ku ew şere terorê dikin, artêşa Sûriyê alîkariya wan dike.Berdewamiya axavtina xwe de, Esed dibêje: Em ji wan re çekan dişînin, ji bo ku şere terorê bikin em alîkariya wan dikin. Em alîkariya hinek grûpên din jî dikin.Esed wiha berdewam kir: Ji ber ku em nikarin artêşê bişînin her dera Sûriyê, em alîkariya wan grûpên kurd û grûpên din jî dikin.

Back to top button