Êrîşê parêzgeriya Hewlêr kirin
Îro serê sibehê du çekdar ketin nav avahiya Parêzgariya Helwêrê û polîsek bi teqeya êrişkaran birîndar bû.Di vê derbarê de Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdulla li ber avahiya parêzgariyê ji Rûdawê re eşkere kir ku “em welatiyên xwe dilniya dikin ku rewş di bin kontrolê de ye, hêzên ewlehiyê ketine nav avahiyê û jûr bi jûr li çekdaran digerin”.Tahir Ebdulla diyar kir ku “êriş di saet 07:30ê de qewimiye, du çekdaran xwestine biçin hundir û yek ji polîsên li ber derî birîndar kirine. Niha herdu çekdar bersiv nadin, em tenê dizanin ku herdu jî di hundir de ne”.Ebdulla herwiha destnîşan kir: “Em nizanin li cem çekdaran çi cure çek hene, lê rastî rûbirûbûnê hatin û polîsek birîndar bû. Ne diyar e ku ev êriş êrişeke terorîstî ye an na, wisa xuya ye çend xulek şûnde dê werin desteserkirin.”