CivakRojev

Êrîşe avahiya HDPê kir û karmendeka HDP jiyana xwe ji dest da….

Li Tirkiye bajarê Îzmirê kesek bi çek êrîşê avahiya HDPê ya Izmirê kir û avahî şewitand jinek kuendamê HDPê ye jî jiyana xwe ji dest da. Polisa kesê êrîşker binçav kiriye.

Di derbarê êrîşê de HDPê daxûyaniyek da û dibêjin , eve demeke wezirê navxwe bi daxûyani û gotarên xwe partiya me kiriye armanc. HDP dibêje: Îro demjimêr 10:30î de kesek bi çek kete nava avahiya me de, tenê xebatkareka me Diniz Poyraz li avahiyê de bû. Êîrşker demek ma di avahiyê de û kesekê midaxele nekir, demek dirêj polis nehatin cihê bûyerê. Hevala me Deniz Poyraz jî di encama êrîşê de hate qetilkirin.

Di derbarê bûyerê de, waliyê Izmîrê jî daxûyaniyek da û dibêje, kesek çekdar bi navê O.G ketiye nava avahiya HDPê de û bi guleyekî D.P. kuştiye. Êrîşker hatiye girtin.Di derbarê bûyerê de lêkolin berfireh tê kirin.

Back to top button