Êrîşa li ser PDKê xizmeta dijiminên Kurdistanê dike
Endamê polîtbîroya PDK, Mesrûr Barzanî, radigehîne ku desthilatdarên Silêmaniyê berpirsên yekemin li ser parastina baregeh û endamên PDK li sînorê wê parêzgehê.Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya Twitterê belav kiriye ku, êrîşa li ser pêgehên PDK di demekê de ye ku PDK şerê li dijî terorîstên DAIŞê dike û “ew êrîş xizmeta dijminên Kurdistanê dike.”Mesrûr Barzanî ku di heman demê de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ye, tekez kir jî ku, berpirsiyariya parastina baregeh û endamên PDK li sînorê parêzgeha Silêmaniyê dikeve sûtyê desthilatdarên wê parêzgehê “lê ew xemsar bûn û bikarîn bi erkê parastinê rabin.”Barzanî ew karên tundiyê şermezar kir û xemgîniya xwe ji bo jiyan ji dest dana çen welatiyan ragehand. Tekez kir jî ku, Tevgera Goranê xelkê li ser kîn û tundiyê gerim dike.Di xwepêşandanên ku li sînorî parêzgeha Silêmanî û Germiyanê derketine, xwepêşanderan êrîş kirine ser baregehên PDK, hêzên asayişê jî ti piştîneyeke ewlekarî li derdora wan baregehan nekiriye da ku wan ji êrîşa xwepêşanderan biparêze.Heta niha 9 baregehên PDK rastî êrîşa bi keviran hatine û 4ê din jî hatine şewitandin.Duh jî kadroyekî PDK bi navê, Osman Ednan Mihemed, bi awayekî hovane li Germiyanê hatiye şehîd kirin.