CîhanPolîtîk

Erebîstana Siûdî: Bila Barzanî hîkmeta xwe nîşan bide

Wezîrê Dewletê yê Erebîstana Siûdî Samir Sebhan daxwazek pêşkeşî Serok Barzanî kir û xwest, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Iraqê navbeynkariya navdewletî qebûl bike.Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Welatê Kendavê yê Erebîstana Siûdî Samir Sebhan li ser navnîşana xwe ya Twîtterê nivîsek parve kir û got: “Daxwazê ji Serok Barzanî dikim, ku bi hîkmet û zîrekiya xwe, ji bo çareseriya qeyranan navbeynkariya navdewletî û bi taybetî jî ya qebûl Neteweyên Yekgirtî bike û Iraqê ji qeyraneke din rizgar bike.”Ev gotinên Samir Sebhan di demekê de ye ku roja 16ê Îlona 2017ê, wî bi xwe li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê hevdîtinek kiribû.Di hevdîtinê de Sebhan behsa berdewamî û pêşxistina dostaniya dêrîn a navbera Erebistana Siûdî û Kurdistanê û amadebûna welatê xwe bo navbeynkarî û zemînsaziya gotûbêja ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan dabû.Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî balkişandibû ser pêwendiyên dîrokî yên navbera Erebistana Siûdiyê û Kurdistanê û diyar kiribû, ku Herêma Kurdistanê ti car derî bi ser diyalog û gotûbêjê de negirtiye. Rûdaw  

Back to top button