CîhanRojev

Erdogan:Me ji ber piştevaniya YPGê helwesta xwe da xûyakirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçova Lûtkeya G20 de li Romaya civiyan û rli ser pêwendiyên herdu welatan sekinîn. Tê zanin ku eve demeke bayek sar di navbera DYA û Tirkiye de heye.Ji berî civîna serokên herdu welatan gotubêj di derbarê naveroka civînê de dihat kirin.

Piştî civîne Qesra Sipî daxûyaniyek da û got: Civîn erênî derbas bûye . Ji aliyê Tirkiye ve Erdogan di derbarê naveroka civînê de daxûyaniyek da. Erdogan behsa pişgiriya Amerikayê ya ji bo YPGê kir û got: PKK, YPG û PYD” wek rêxistinên terorîst binav kirin û li ser alîkariya Amerîkayê ya ji bo hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê got, Me xemgîniya xwe wek endamekî NATOyê gihand Biden. Me got ev gav hevkariya me têk didin. Me di mijara berdewambûna pêwendiyên wezîrê derve yên her du aliyan û di vê çarçoveyê de pêwendiyên wezîrên berevaniyê jî anî ziman.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Erdogan dibêje:Taybetî di warê pêwendiyên aborî de me pêwîstiya hevdîtinên zêde di navbera wezaretên xezîne û wezaretên derve de anî ziman. Hevdîtina me bi Biden re sînordar bû. Di hevdîtinê de 1 milyar û 400 milyon dolarên ku me ji ber F-35an dabûn hate rojevê û em li ser wê sekînin da ku çawa bikaribin vê pêvajoyê bibin qonaxeke pêş. F-16 zêdetir hatin rojevê. Em li ser modernîzasyona yên di destê me de û kirîna F-16yên nû sekinîn. Wezîrên me yên berevaniyê pêvajoyê dişopînin. Min nêzîkbûna Biden erênî dît.

Back to top button