FlaşRojev

Erdogan û Bahçelî li hev civiyan

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyeyê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî pêşwazî kir.

Civîn ji çapemeniyê re girtî bû û tê çaverêkirin ku rojeva sereke ya hevdîtinê pêvajoya çekdanîna PKKyê be.

Dê sibe komeke gerîlayên PKKyê li Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê çekên xwe deynin.

Erdogan û Bahçelî herî dawî 6ê Gulanê hevdîtinek kiribû.

Ev hevdîtin di demekê de ye ku Berdevkê AK Partiyê ragihandibû ku dê Erdogan roja şemiyê daxuyaniyeke dîrokî bide.

Balkêş e ?
Close
Back to top button