Ji berê de gotine rastî tehl e. Ji ber ku wekîlê partîya CHP Sezgîn Tanrikûlû di derbarê hinek binpêkirinên artêşa Tirk yên li dijî Kurdan kiribû, hem ji alî partîya xwe û hem jî alî hemû dem û dezgehên çapemenî û partîyên dewletê ve wek hedef hat girtin.
Binpêkirin û êşkenceyên ku artêşa Tirk li hember Kurdan kiribûn gelek caran di medyayê de hatin weşandin û ev yek di Dadgeha Mafê Mirovan de jî hatin sepandin. Lê dîsa jî rayedar, medya û partîyên dewletê dixwazin binpêkirinên artêşa xwe bincil bikin û înkar dikin.
Di vê derbarê de Serokkomarê Tirkîyê R.T.Erdogan jî ket nav karwanê înkarê û Sezgîn Tanrikûlû kir hedef. Erdogan di vegera xwe ya ji Hindistanê, di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da û Tanrikûlû xist devê topê.
Serokkomar Erdogan, piştî ku ji Hindistanê vegerîya pirsên rojnamevanan bersivand û di derbarê Sezgîn Tanrikûlû, yê ku di bin lêpirsînê de ye, got ku “Ew ji îftîrakirina Hêzên Çekdar ên Tirk bêzar nebûne” û got: “Berî her tiştî ev kes ne welatparêz û ne jî netewperest e. Ev kes berî her tiştî bi terorîstên PKK, YPG û HDP re mil bi mil dimeşe. Ma bi nûnerên rêxistinên terorê re ji Enqerê heta Stenbolê neçûn? Lê ev kesê ku te bi nav kir ew kes e ku ji merasîma cenazeyên terorîstan bigire heta bi kesên li çiyê re meşiya ye. Ez bawerim di vê hilbijartinê de êdî welatîyên min ji wan re nabêjin li ser esasê xwecîhî bimeşin. Ez bawer dikim ku ewê zendê wan bibirin. Ez wisa difikirim. Ev ji bilî îftîrakirinê, tu têkilîya wan bi netewe û nirxên wî re tunene. Li dijî Hêzên Çekdar ên Tirk ku li dijminên xwe jî zilmê nake, bêzar nebûne. Ev jî cihê ramanê ye ku dijminê leşker û miletê Tirk endamê duyemîn partîya mezin a Tirkîyê ye. Dema ku ji Qendîlê silav û piştgirî ji CHPê û namzedê wê Kemal Kiliçdaroglu yên di hilbijartinê de dihatin şandin, ev kes bi nasnameya xwe ya CHPê ji gundê ku rêxistina terorê lê hatibû avakirin silav li rêxistinê dikir. Vî miletî hevgirtina CHP û rêxistina terorê ji bîr nekir, li ser sindoqan bersiv da. Ev kes ji ber rexnekirina artêşa herî birûmet û wêrek a cîhanê wê li ber qanûnê bê cezakirin. Ev heqaret û îftîrayên tirsonek ên li hember hêzên me yên çekdar ên Tirk, ku dijminên wan jî pesnê mêrxasîya wan didin, bê ceza namînin”.