Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Alî Riza Guney kir.
Li gorî daxuyaniya Serokwezîriyê, di hevdîtinê de têkiliyên Bexda û Enqereyê û amadekariyên serdana Erdogan a Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku Erdogan hefteya bê dê serdana Iraqê bike û bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Sûdanê û Serokê Meclisê Helbûsî û bi rayedarên siyasî ra jî bicive.
Hat diyarkirin ku di hevdîtina Erdogan-Sudanî de operasyonên li dijî PKK’ê, dosyaya avê û şandina petrola Herêma Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re dê bên axaftin.
Hat destnîşankirin ku Sûdanî û Guney li ser mijara lidarxistina foruma aborî ya hevpar a di navbera her du welatan de li Besrayê û beşdarbûna Tirkiyeyê di Projeya Rêya Pêşketinê ya Iraqê de jî axivîn.
Hêja ne kifşe ka gelo dê Erdogan serdana Hewlêr bike yan na.