Erdogan serdana Hewlêr jî dike!
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya piştî Civîna Wezîran da diyar kir ku ew ê biçin Iraqê. Erdogan got ku;”Di serdana Iraqê de dê gelek peyman bên îmzekirin.” “Em ê têkiliyên Tirkiye-Iraqê li ser bingeheke cuda deynin. Di derbarş serdana xwe de Erdogan got:Ez dikarim serdana Hewlêrê jî bikim.
Rojnemevanekî ji Erdogan pirsî: Di rojên pêş de hunê serdana Bexdayê jî bikin. Çi mijar di rojevê de ne? Gelo em dikarin ji wê re bibêjin qonaxeke nû ya têkoşîna li dijî terorê?
Erdogan bersiva xwe de got: “Bi taybetî jî aliyê Iraqî girîngiyeke mezin dide vê serdana me. Bi vê serdanê re em ê têkiliyên xwe yên weke Tirkiye û Iraqê deynin ser bingehek cuda. Yek ji rojeva herî girîng a serdana me pirsgirêka avê ye.
Di derbarê avê de hinek daxwazên wan ji me hebûn û em li ser van mijaran dixebitin. Em ê hewl bidin vê pirsgirêkê bi wan re çareser bikin. Ji xwe dixwazin ku em vê meselê çareser bikin.
Em ê di vî warî de gavên xwe bavêjin. Pirsgirêkên hatina gaza xwezayî û nefta Tirkiyeyê jî hene û em ê hewl bidin wan jî çareser bikin.
Piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, em dikarin di dema vegerê de serdana Hewlêrê jî bikin û li gel berpirsên wê derê bicivin. Hevalên me li ser vê mijarê xebatên xwe didomînin.”