Cîhan

Erdogan piştî 12 salan diçe Iraqê

Di dawiya vê mehê de, Erdogan dê serdana Iraqê bike, ku herî dawî 12 sal berê dema serokwezîr bû, çûbû Iraqê.

Tirkiye maratona Hilbijartina Giştî ya Rêveberiya Herêmî ya ku di 31ê Adarê de pêk hat li pey xwe hişt. Çuyîn hatina dîplomatîk a Tayyîp Erdogan cardin geş dibe.

Erdogan dawiya meha Nîsanê de serdana Iraqê dike. Mijara herî girîng a seredana Erdogan ku herî dawî 12 sal berê dema serokwezîr bû çûbû Iraqê dê ”têkoşîna dijî terorê” be.

Di trafîka dîplomasiyê de ji berî niha demek kinde Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler serdana Iraqê kirîbûn.

Piştî ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan dest bi karkir, di meha Tebaxê de bi serdaneke fermî çû Iraqê. Piştre Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di Çileya 2024’an de û Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler jî di meha Sibatê  serdana Iraqş kir ê diheman demê de serdana baûêrê Kurdistanê jî kirin û li gel berpirsên herdu dewletan hevdîtin pêkanîn.

Erdogan gelek daxûyaniyen ku didan de digot: “Emê vê havînê pirsgirêkên sînorê Iraqê çareser bikin.”

Back to top button