Erdogan : Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye dike
Serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan duh êvarî tevlî bernameyek ya rojnemevana bû. Rojnemevana pirsî Erdogan bersiva wan da. Bernama Erdogan bernameyek hevbeş ya televizyonî û medya civakî bû.
Erdogan di heman bernameyê de da xûyakirin ku, dê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye bike.
Berbijêrê AKPê yê şeredariya Stanbulê Binalî Yildirim jî di dema propaganda hilbijartinê de behsa Nêçîrvan Barzanî kir û got: Di 10ê mehê de Nêçîrvan Barzanî dest kar kir.Em hêvî dikin ku di dema serokatiya wî de pêwendiyên me li gel herêmê baştir bibin. Ji xwe pêwendiyên me yê bazirganî li gel herêmê başin.Di qonaxekî de hinek tengasî çêbûn.Lê di qonaxa nû de baştir dibe û Nêçîrvan Barzanî Tirkiye baş nasdike. Tirkye jî wî gelek ji nêzve nasdike.