Serokomarê Tirkiye Tayib Erdogan di bernameyeka televizyonî ya zindî de da xûyakirin ku, Dezgehê Îstixbarata Tirkiye MITê li Suriye encama operasyonekî de serokê DAÎŞê Ebû Huseyîn El Qureyşî kuştiye.
Di derbarê vê operasyonê de Erdogan got: Têkoşîna li dijî terorê ji bo welatiyên Tirkiyeyê cihê şanaziyê ye.Em rêxistinên terorist têkdibin. Ev tekoşîna me ji bo ewlehiya Ewropayê jî girîng e, lê ew bi vê yekê nahesin. Di nava NATOyê de welatê yekemin li dijê PKK/PYDê ditekoşe tenê emin. Eve demek dirêjbû MITê serokê DAÎŞê Ebû Huseyîn El Qureyşî dişopînda û duhî ev kes li Suriye bê bandor kirin.