Li Tirkiye berbijêriya Tayib Erdogan ji bo serokkomariyê tê gotubêj kirin. Hinek aliyên siyasî îdia dikin ku, li gora qanûna heyî kesek 3 cara nikare bibe berbijêrê serokkomariyê. Erdogan ev cara sêyema ku dixwaze cardin bibe berbijêrê vî postî.
Lê hinek alî jî dibêjin ku,ji bo Erdogan bikaribe cardin bibe berbijêrê serokkomariyê,divê parlementoyê fesih bike û biryara hilbijartinên pêşwext bigre.
Niha jî Partiya Liberal a Demokrat pirsa vê yekê bi nivîskî û bi awayek fermî ji Dezgehê Bilind ê Hilbijartina pirsiye.
Partiya Liberal di nivîsa xwe de dibêje ku, li gora qanûnê kesek herî zêde 2 cara dikare wek serokkomar bê hilbijartin. Niha Erdogan dikare cardin bibe serokkomar yan na?
Dezgehê Hilbijartina di bersiva xwe de dibêje:Ev ne babeteke ku di nava erkê dezgehê me de, ji bo vê yekê em di vê derbarê de tu dîtina nadin kifşkirin.
Piştî vê helwesta Dezgehê Bilind ê Hilbijartinê, Partiya Liberal heman pirs aresteyê Dadgeha Qanûnê kir.