Serokomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan di çerçoveya propagandeya hilbijartinan de beşdarî bernameyekî de kir û daxûyaniyek da. Erdogan daxûyaniya xwe de bi tundî êrîşê balyozê Amerikayê yê li Tirkiye kir. Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Flake serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ziyaret kiribû. Erdogan got, “Li vir muxatabê we Serokomar e. Hûn ê ji niha û pê ve bi kîjan rûyî randevûyê ji Serokomar bixwazin? Deriyên me li ber wî girtî ne, hûn ê careke din wî nebînin. Çima? Divê hun cihê xwe bizanibin.”
Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got: “Di van hilbijartinan de divê em dersekê bidin Amerîkayê. Joe Biden bi awayekî ji wîr diaxive, balyozê Biden li vir çi dike? Ew diçe serdana Kiliçdaroglu dike, şerm e, hinekî akilş xwe bixebitînin, tu balyoz î. Li vir muxatabê te Serokomar e.”
Erdogan got: Ji îro pêde deriyê me li ber wî girtî ye, hûn ê careke din wî nebînin. Çima? Hûn ê cihê xwe bizanibin û erka xwe nas bikin. Hûn ê peywira xwe ya balyoziyê bizanibin. Hûn ê fêr bibin ka balyozek çawa dixebite.
Di derbarê hilbijartinan de Erdogan got:”Em xwe amade dikin, rewşa me gelek baş e. Bi îzna Rebbê min emê serbikevin. Erdogan behsa ciwan jî kir û got: Zêdetirî 6 milyon ciwanê me hene. Helwesta van ciwanan di hilbijartinan de pir girîng e.”