Civak

Erdogan: Em li himber Surî bê deng namînin

Tirkiye îro li devera Antakya li tixûbê Sûrî manevrayek leşkerî ya berfireh pêktîne. Dê ev manavra leşkerî hefteyekî berdewam be. Hêzên çekdarên Tirkiye ji manevreyekî zêdetir dixwaze çave rejima Surî bitirsîne. 

Serokwezîrê Tirkiye Erdogan serdana xwe ya li Afrika Başûr de, di vê derbarê de axivî û got: Bişar Esad li ser soza xwe nesekinî. Çikas diçe wek babe xwe lê tê. Min gelek caran gotê lê tiştek nekir. Erdogan berdawbûna axavtina xwe de got: Em li himber van bûyerên ku li Surî çêdibin bê deng namînin. Bile biryara NY jî di derbarê Surî de derkevê. Ezê herim herêma tixûb. Ezê serdana benaberên ku ji Surî revîn û hatîn Tirkiye bikim. Piştî serdana Antakya emê helwesta xwe di derbarê Surî de ji nûve binirxînin û bi daxuyaniyekî vê ji raya giştî û cîhanê re ragihînî.

Li himber  amadebûna leşkerî ya Tirkiye, Surî gelek nerihete û herweha  rejima Surî jî dijê vê helwesta Tirkiye daxuyaniyên tund dide.
Dixweyê Amerîka û hinek welatên Ewropayî rola sereke di derbarê Surî de dane Tirkiye. Ji ber ku ev helwesta Erdogan di derbarê Surî de piştî serdana Amerîka û hevditina li gel Obama tund tir bûye. Di vê pêvajoya ku leşkerên Tirkiye li ser tixûbê Surî manevrayên leşkerî bike, dê di warê leşkerîde helwesta Surî çibe hej ne diyare. Lê Herêm germ dibe û heta behsa midaxeleyek leşkerî tê kirin.

Rojevakurd

Balkêş e ?
Close
Back to top button