Erdogan: Em di demek nêzîk de dawî li operasyonên xwe tînin
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan daxûyakirin ku, demekî nêzîk de êrîşên xwe yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dê dawî bînin.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan,di gotareke xwe ya akademiya leşkerî li Stenbolê de ragehand: ‘’Demekî kurt de êrîşên me yên li dijî rêxistina terorîst li navçeyên sînorê Tirkiye û Iraqê emê temam bikin û lêdanên me dê bihêz bin, lê kemera ewlehiyê ya bi dirêjiyiya sînorê xwe û li gel Sûriyê jî emê temam bikin.’’
Ji roja 15.06.2024ê ve bi hemahengî û rêkeftina li gel hikûmeta Iraq a federal, Tirkiye operasyona leşkerî ya bejayî ya nû û esmanî di nav axa Herêma Kurdistanê bo ser çekdarên PKKê dest pê kirin.
Çavkaniyên siyasî yên nêzîk hikûmeta Iraqê vê derbarê de ragehand, ‘’Êrîşên Tirkiyê li ser rezamendiya hikûmeta Iraqê tên encamdan û beşekin ji wê rêkeftinên hemûalî yên di dema serdana Erdogan de bi Iraqê re hatine îmza kirin.’’