
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em dê mizgîniya dîrokî ya ku tê çaverêkirin bidin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di Civîna Koma Partiya xwe ya li Parlamentoyê de axivî û behsa rojeva siyasî ya Tirkiyeyê kir.
Erdogan di axaftina xwe de amaje bi “pêvajoyeke nû” kir û hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Heyeta Îmraliyê re eşkere kirin.
“Me hevdîtineke avaker û samîmî pêk anî”
Erdogan da zanîn ku wan li Kuliyeya Serokkomariyê bi Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re hevdîtinek kiriye û biland:
“Me li Kuliyeya xwe Birêz Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêşwazî kirin. Me hevdîtineke avaker û samîmî pêk anî.
Em dikevin qonaxeke ku di rojên pêş de dê nûçeyên erênî bên wergirtin.
“Em dê mizgîniya dîrokî bidin”
Em hêvîdar in ku ev pêvajoya xêrê, bêyî ku qezayeke rê çêbibe û bêyî ku derfet ji bo sabotekirina wê ji aliyê navendên qirêj û tarî ve bê dayîn, di demeke herî kurt de bi serkeftî bigihêje encamê.
Em vê qeyda bi xwîn bi temamî ji lingê xwe derdixin û diavêjin. Em dê mizgîniya dîrokî ya ku tê çaverêkirin bidin.”
“Em wan baş nas dikin”
Serokkomarê Tirkiyeyê di dirêjahiya axaftina xwe de partiya sereke ya mixalefetê (CHP) jî bi tundî rexne kir û got:
“Rehên bêhedariya CHPyê digihêjin heta 14ê Gulana 1950î. Hûn nebêjin ku ew her tim behsa maf û hiqûqê dikin.
Tişta ku ew jê fêm dikin, bi komplogeriyên hêzên navxweyî û derve desteserkirina desthilatê ye.
Em wekî AK Partiyê, ji Çiriya Paşîn a 2002yan ve tam 18 caran li ser sindoqan bi CHPyê re ketine pêşbaziyê.
Em wan baş nas dikin. Me ev pêşbazî di bin sîwana tifaqan de jî meşand. AK Partî û Hevpeymaniya Cumhurê di hemû hilbijartinan de CHP têk bir.”