Polîtîk

Erdogan bi damezirandina KCK-ê hate tawanbarkirin

Li Tirkiye rojane di siyasetê de tiştên balkêş çêdibin. Wek tê zanîn eve demeke gelek kes di çerçova doza KCK-ê de têne girtin û hêjî ev girtin berdewamin. Operasyonên berfireh çêdibin û herweha PKK  eve demek e bi hemî imkana xwe çelakiyên çekdarî pêktîne.

Hukumeta Ak partiyê ji bo sekinandina şer demekî li gel serokê PKK-ê Ocalan hevdîtin pêkanîn û herweha li Osloya paytextê Norveçê di navbera berpirsîm MIT û PKK de hevdîtin pêkhatin.

Lê bi van hevdîtinan negihatin armancekî. Ji bo ku tu encam ji van hevdîtinan derneket herdu aliyan hev tawanbar kirin. Lê ya herî balkêş aliyên hukumetê û Ocalan jî dan eşkere kirin ku ev pêvajo ji aliyê devleta kûr ve hate sabote kirin. Lê ev dewleta kûr kiye kesek behsê nake.

Niha ji bo destpêka pêvajoyek din wek ya Osloyê zemîn tê amade kirin. Berpirsên MIT-ê û Ocalan hevdîtina dikin û ne dûre ku cardin wek hevdîtinên Osloyê demek nêzik hevdîtin destpê bikin. Belkî jî niha ev cureyên hevdîtina çêdibin.

Di vê qonaxê de ku çavê herkesekî li sekinadina şer yan jî ragihandina agirbestekiye, parlementerek yê CHP-ê di derheqê Erdogan, Beşîr Atalay, berpirsê MIT-ê Hakan Fidan û Ocalan de serî li dadgehê dide .

Parlementerê CHP-ê yê bajarê Kirklareli Mehmet Siyam Kesimoglu li parlementoyê konferansek çapeniyê darxist û di derbarê serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan, wezîrê dewletê Beşûîr Atalay û serokê PKK Abdullah Ocalan de axivî û got ev tawanbarin û divê di derbarê wan de doz bête vekirin.

Sedemê ku parlementerê CHP-ê wan tawanbar dike eve. Kesimoglu dibêje: ji bo damezirandina KCK, arikarkirina damezirandin û rêvebiriya KCK Erdogan , Atalay, miîteşarê MIT-ê û Ocalan tawanbaranin. Divê di derbarê wan de doza ku KCK damezirandine werê vekirin.

Back to top button