PolîtîkRojev

ENKSê: Avakirina saziyeke navdewletî ji aşkerekirina çarenivîsa windayîyan gaveke giring e

ENKSê îro 9ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî roja 29ê Hezîrana 2023an, saziyek bi armanca eşkerekirina çarenivîs û cihê hemû kesên bi darê zorê li Sûriyê hatine windakirin damezirand, ji bo pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji qurbanî û rizgarbûyan re.

ENKSê got, damezrandina vê saziyê, hêviyek dide malbatên windayîyan, çi yên di destê rêjîma Sûriyê de û çi yên ji aliyên din ên şer de li herêmên cuda yên Sûriyê hatine girtin û revandin.

ENKSê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku gelek girtiyên Kurd hene, heta niha çarenivîsa wan ne diyar e û ew ji aliyê rêjîmê û desthilatên defakto li herêmên kurdî hatine revandin.

Her wiha ENKSê spasiya hemû welatên ku li kêleka Sûriyan rawestiyane kir û ev biryarên civaka navdewletî weke gavên erênî di rêya rast de ji bo sivikkirina êşên Sûriyan û peydakirina jîngeheke guncaw ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gor biryarên navdewletî binav kir.6

Back to top button