Şandeke ENKSê û şandeke ji Wezareta Derve ya Amerîkayê civiyan û di wê civînê de rêveberirina Rojavayê Kurdistanê jî hate gotûbêjkirin.
Şandeke Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja 9ê Nîsana 2021ê li Hewlêrê pêşwaziya Cîgirê Şanderê Taybet ê Wezareta Derve yê Amerîkayê bo karubarên Sûriye David Brownstein kir.
Şande ENKSê diyar kir ku di civînê de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Di civînê de şanda ENKSê tekezî li ser wê yekê kir, ku ew hemû şêweyên guhertina demografî red dikin û got, her ku diçe şer li Sûriyê dibe sedema çêbûna perçebûna civaka wî welatî.
Di derbarê Rojavayê Kurdistanê de şanda ENKSê da zanîn, ku Amerîkiyan ji wan re gotine, ji bo rêvebirina Rojhilatê Firatê girîng e ew ENKSê bibînin û helwest û nerînên wê di vê derbarê de binirxînin.
Şanda Amerîkî duh jî, ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî civiya bû û danûstandinên ENKS û PYNK gotûbêj kiribûn.