ENKS revandina rojnamevan Ehmed Sofî şermezar dike
Sekreterya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, derbarê revandina endamê Encumena Hrêmî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya rojnamevan Ehmed Sofî daxuyaniyek belav kir.
Daxûyaniya ENKSê:
Zincîre binpêkirinên çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dijî gelê kurd berdewam in, êvariya roja sêşemê 02.04.2024, çekdarên ser bi wê partiyêve rojnamevan Ehmed Sofî, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) revandin.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi tundî vê kiryara ku li dijî nirxên civaka kurdî ye, û armanckirina wê ji bo yekkirina helwesta kurdî şermezar dike, û wê weke berdewamiya rêze binpêkirinên ku ji aliyê Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat li dijî azadiyên ragihandinê û siyasî li deverên di bin destê wê de, hewl didin her dengekî ku rexne li kiryarên wê li dijî xelkê û têkçûna wê dike, bêdeng bike.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî tekez dike ku revandina rojnamevan Ehmed Sûfî binpêkirina mafên mirovan û pîvanên exlaqî ye û di vê çarçoveyê de daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî dike ku destwerdanê bike ji bo azadkirina wî û dabînkirina ewlehiya wî. Rawestandina kiryarên zordar ên rêveberiya PYDê yên li dijî sivîlan û pisporên medyayê, rêz li azadiya derbirrîn û ramanê bigirin.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê