Nûnerê Hewlêrê yê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) Salih Cemîl diyar kir ku PKK/YPG li herêmên ku li Sûriyê hatine dagîrkirin zarokên 13-15 salî revandin û got: “Ji ber şert û mercên jiyanê û rewşa ewlehî û revandinê derketina gelê me ya ji herêmê berdewam dike”.
Di derbarê mijarê de Nûnerê Hewlêrê yê ENKSê Cemîl li dijî rejîmê û PKK/YPG ye daxuyanîyek da.
Cemîl, bal kişand ser wê yekê ku PKK/YPG hewl dide bi darê zorê gel bicivîne û got: “Ev yek bûye sedem ku bi hezaran kes biçin Rêveberîya Herêma Kurdistanê, Tirkîye û welatên Yekîtîya Ewropayê”.
Cemîl di derbarê zehmetîyên ku gelê herêmê ji ber PKK/YPG dijîn wiha got: “Malbat ji tirsa revandina zarokên xwe (ji alîyê PKKê) nikarin vegerin malên xwe. Di hiqûqa navnetewî de ev sûcê şer e. Her roj endamên me direvînin. Civaka navnetewî jî van kiryarên qirêj dibîne, lê bêdeng dimîne.Ew (PKK/YPG) hemû sînoran dişkînin û zarokên 13-15 salî direvînin. Dê û bav, destên wan girêdayî ne. Tenê serî li rêxistinên mafên mirovan didin, ji bilî vê nikarin tiştekî bikin”.
Cemîl bi berdewamî got: “Eşkere ye ku ew fermanê ji Qendîlê digirin, êdî ev ne veşartî ye.Hola ku me kongreya xwe ya dawî lê pêk anî girtin û asteng kirin. Me bi dizî li malê kir. Em qanûnî û rewa ne, ew ne qanûnî û ne rewa ne. Em wek ENKS di raya giştî ya navnetewî de nûnerê Kurdên Sûriyê ne û 144 welat me qebûl dikin”.