Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi awayekî fermî ji bo civîna Astanyê hate vexwendin.Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin.Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Sûriyê Fûad Elîko ji K24ê re ragihand, Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê Desteya Danûstandinan Ebdilhekîm Beşar bo civîna Astanayê bi fermî hatine vexwandin.Elîko aşkere kir jî, di şanda ENKSê de hin şêwirmendên yasayî jî hene, biryar e sibe bi serokatiya Biro li paytexta Kazaxistanê berhev bibe.Herwiha Fuad Elîko vexwendina ENKSê ji aliyê Komîta Amadekar ya civînê bi serkeftineke diplomasî ya mezin jî binav kir.Heta niha ti vexwandin ji TEV-DEM û Federalîzma Bakurê Sûriyê re nehatiye şandin. Hevseroka Encûmena Damezrêner a Federalîzma Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif ragihandibû, ku ew beşek in ji çerenivîsa Sûriyê û heger di her prosêseke siyasî de beşdar nebin, ew pabendî ti biryaran jî nabin.Herwiha opozîsyona Sûriyê jî biryarar dabû, ku ewê di danûstandinên Astanayê de beşdar bibin, ku mijara sereke ji wan re pirsa agirbestê û binpêkirina hêzên rêjîmê jê re be.
Pêş
02/07/2025
Îbrahîm Kalin bi Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiya
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
Têkildar
Balkêş e ?
Close