PolîtîkRojev

ENKS bersiva serokê Îtilafê da

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê daxwaza Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir el-Herîrî de derxist ku wî bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû destwerdanê di hin navçeyên din de jî bike û deverên din ên Kurdî jî dagir bike.

Emîndariya Giştî ya ENKS di daxuyaniyê de tekez dike ku daxwaza Nesir el-Herîrî ji Serokatiya Tirkiyê bo destêwerdana hin navçeyên din, “binpêkirina serweriya dewleta Sûriyê ye û binpêkirina prensîpên şoreşa Sûriyê û nirxê wê ye û têkdana pêwendiyên pêkhateyên Îtîlafê bi xwe ye.”

ENKS ku beşek ji Îtîlafê ye, diyar jî dike ku ev daxwaz berevajî armancên Îtîlafê ne, lewma ev tişta ji Herîrî derket nêrîna wî ya kesane ye û ENKS wê red dike û derbirînê di ber helwesta wê de nake weke yek ji pêkhateyên Îtîlafê.

Roja 14ê vê mehê, Serokê Îtîlafê Nesir el-Herîrî di kongreyeke rojnamevanî de daxwaz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû ku destêwerdana serbazî di herêmên Rêveberiya Xweser de bike û dagir bike.

Ev daxuyanî û banga Nesir el-Herîrî rastî nerazîbûnê hatibû û Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) jî bersiva Herîrî dabû û tekez kiribû, “Îtîlaf di projeyekê de kar dike ku ti ajandaya wê ya niştimanî nîne û rola Îtîlafê tê de tenê rola bikirêgirtiyê tawanbar ê dagîrkeran e.”

Serokê Destpêşxeriya Kurdên Sûrî Omer Osê jî daxwaz li Encûmena NIştimaniya Kurd (ENKS) kiribû ku ji Îtîlafa opozisyona Sûriyê vekişe.

Back to top button